Amerîka û Îsraîl: Eger Îran rêya xwe neguherîne, em ê vebijarkên din bikar bînin

Amerîka û Îsraîl: Eger Îran rêya xwe neguherîne, em ê vebijarkên din bikar bînin

PeyamaKurd – Amerîka û Îsraîl hişyariyê dide Îranê û diyar dikin, eger pirsa çekên atomî bi rêyên diblomatîk bi ser neket, bijardeyên din li hember wê hene.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di konferanseke rojnamevanî de bi Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid re diyar kir, Amerîka çarseriya diplomatîk baştirîn rê dibîne ji bo Îran çekên atomî bidest nexe, lê amaje bi wê yekê da ku sebra Washingtonê nêzîkî bidawîbûnê bûye.

Antony Blinken eşkere kir, ji ber ku ew nêzîkî xalekê dibin êdî nema dikarin vegerin plana karê hevbeş ji ber ku sûda wê namîne, ev yek jî ji ber Îran ev dem hemû ji bo pêşxistina bernameya xwe ya etomî bikar aniye.

Blinken herwiha destnîşan kir, divê Îran çeken atomî bidest nexe û got: “Ji bo diyalogê pêwîst e du alî hebin û di vê qonaxê de me niyatek li cem Îranê nedît ji bo tevlî diyalogê bibe. Dem diqede û wekî ku me li vir behs kir, em nêzikî xaleke dibin ku em vegerin jî êdî em nekarin sûdê ji Plana Çalakiyên Birfireh ên Hevbeş werbigirin. Ji ber ku Îran demê ji bo pêşxistina bernameya nukleerê bikar tîne, nemaze bi zêdekirina santrîfûjê rêjeya zengînkirina uranyûmê ji sedî 20 bo ji sedî 60 zêde dike.”

Li ser pirsa “eger rêyên dîplomasî bi ser nekevin, hûn dê vebijarkên leşkerî binirxînin?” Blinken diyar kir, eger Îran rêya xwe neguhere ew amade ne bijardeyên din bikar bînin û diyar kir: “Wextê me ji ber sedemên ku min niha behs kirî her ku diçe kurtir dibe. Di heman demê de, em ji nêzîk de tevger û rewşa Îranê dişopînin. Eger Îran rêya xwe neguherîne, em amade ne ku vebijarkên din bikar bînin.”

Yair Lapid jî destnîşan kir, her roja diçe, her roja ku dereng dimîne, Îran gavek din nêzîkê bidestxistina bombeya nukleerî dibe û got: “Ez û Wezîr Blinken zarokên ji Holokostê rizgarbûne. Em dizanin kengê divê netewek hêzê bikar bîne da ku cîhanê ji xerabiyê biparêze.”

Lapid tekez kir, Îsraîlê mafê xwe yê berevaniyê heye û got: “Eger rêyên bi dîplomasiyê bi ser neketin, em dê hemû vebijarkên din dînin ser maseyê. Em di wê baweriyê de ne ku Îran û dinya hemû dizanin bijardeyên din çi ne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin