PeyamaKurd - Rêveberiya Çûnûhatinê ya Hewlêrê amarên bûyerên trafîkê yên sê rojên cejna Newrozê eşkere kirin.
Berdevkê Rêveberiya Çûnûhatinê yê Hewlêrê Fazil Hacî ragihand; ji yekem roja cejna Newrozê heta îro sêşemê ku dibe roja sêyem a Newrozê, 7 rûdanên trafîkê li sînorê parêzgeha Hewlêrê rûdane.
Fazil Hacî diyar kir ku di 7 rûdanan de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 26 kesên din jî birîndar bûne.
Hacî da zanîn ku di yekem roja cejna Newrozê de di 5 rûdanên cuda de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 14 kesên din jî birîndar bûn, di roja duyem a Newrozê de rûdaneke trafîkê qewimî û bû sedema birîndarbûna 7 kesan, îro ku roja sêyem e, di rûdanekê de 5 kes birîndar bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin