Hosyar Zêbarî: Divê Kerkûk bi rêkeftin û sirîkatiyê were birêvebirin

Hosyar Zêbarî: Divê Kerkûk bi rêkeftin û sirîkatiyê were birêvebirin

PeyamaKurd – Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî ragihand, Kerkûk Iraqeke kêmbûyî ye û divê bi rêkeftin û şirîkatiyê were birêvebirin.

Endamê Polîtburoya PDKê Zêbarî li ser tora medyaya civakî X derbarê avakirina hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê de daxuyaniyek belav kir.

Hoşyar Zêbarî diyar kir ku civîna roja 10.08.2024ê li Otela Reşîd a Bexdayê ji bo avakirina rêveberiya îdarî ya Kerkûkê, ne yasayî ye û got, “Ev mijar bi ser nakeve ji ber ku Kerkûk Iraqeke biçûk e.”

Hoşyar Zêbarî: "Bê lihevkirin, wekhevî û beşdariya civakên sereke bi taybetî Tirkmenan nayê birêvebirin."

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin