PeyamaKurd-Sekreterê Giştî yê NATOyê, li ser fikarên Tirkiyeyê yên di derbarê endamtiya Swêd û Finlandiyayê de ragihand ku Tirkiye ji bo endamtiyê astengiyan dernaxe, ew ê jî wekî NATOyê li ser fikarên heyî bicivin û bi Tirkiyeyê re li hev bikin.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, piştî civîna Wezîrên Karên Derve yên NATOyê ku li paytexta Almanyayê ya Berlînê bi awayekî rojane pêk hat, daxuyaniyek da çapemeniyê û mijara fikarên Tirkiyeyê yên ji bo endamtiya Finlandiya û Swêdê nirxand. Jens Stoltenberg da zanîn ku di derbarê serlêdana endamtiya Swêd û Finlandiyayê de xwestin û nexwestin, biryara Tirkiyeyê ye, ew ê ji biryara rayedarên Tirkiyeyê re rêzdar bin.”
Jens Stoltenberg got ku “Her neteweyên serbixwe, xwedî maf in ku rêya xwe diyar bikin, ji ber vê jî em ê ji biryara bê dayîn re rêzdar bin. Em dibînin ku fikarên Tirkiyeyê yên di derbarê van endamtiyan de hene. Me her carê li NATOyê çi kiribe, em ê dîsa wê bikin. Dema fikar hebin, em ê li ser maseyekê rûnin û em ê li ser liv û tevgerên hevpar li hev bikin.”
Stoltenberg da zanîn ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlud Çavuşoglu daye xuyakirin ku armanca wan, ne astengkirina endamtiya Finlandiya û Swêdê ye. Stoltenberg got ku ew ê jî ji ber vê yekê fikarên Tirkiyeyê li ber çavan bigirin da ku pêvajoya endamtiya welatên navborî lezgîntir çêbibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin