PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, peyamek di derbarê girjiya di navbera Îsraîl û Filistînê de belav kir û diyar kir: “Em hest bi dilgiraniyê dikin li ser tundûtûjiya vê dawîyê ya di navbera Filistîn û Îsraîlê de derketiye ku welatî û bi taybet zarok tên armanckirin.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser Twitterê da zanîn: “Em dilgiran in ku cihên pîroz tên armanckirin û daxwaza çareseriya aştiyane dikin, di heman demê de jî daxwazkar im hemû alî xwe bigirin.”
Herwiha diyar kir: “Ji dema tundûtûjiya vê dawiyê ya di navbera Filistîn û Îsraîlê de derketiye, em hest bi dilgiraniyê dikin ku bûye sedema qurbaniyan ku welatî û bi taybet zarok hatine armanckirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin