PeyamaKurd – Di nav du rojên dawî de, rageşiya li ser sînorê Ûkraynayê gihîştiye asteke xeter ku tê ragihandin, dengê teqînan ranaweste û pevçûn jî rû didin.
Li gorî medya rûsî hêzên Ûkraynayê îro danê sibehê hewla êrîşekê bo herêma Luganskê dane û bi ser neketiye.
Ajansa Reutersê jî ragihandiye ku li Donetsk a rojhilatê Ûkraynayê ku di bin kontrola alîgirên Rûsyayê de ye, dengê teqînên bihêz hatine bihîstin.
Li aliyê din medya rûsî bi binpêkirina agirbestê aliyê Ûkraynayê tawanbar dike û aliyê Ûkraynayê jî serhildêrên Donetsk û Luganskê tawanbar dike.
Herwiha çavkaniyên medya rûs dibêjin, ji wan herêmên navborî 40 hezar sivîl hatine tehlîyekirin û li herêma Rostov a Rûsyayê hatine bicihkirin.
Rêveberiya Amerîkayê jî vê rageşiya ku gihîştiye asta pevçûnan wekî rêxweşkirina Rûsyayê û avakirina hincetên bo dagirkirina Ûkraynayê dinirxîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin