Netanyahû: Em rasterast bi Îranê re ser dikin

Netanyahû: Em rasterast bi Îranê re ser dikin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû li xwe mikur hat ku ji ber êrîşa Hemasê ya 7ê Cotmehê kêmasiyên wan jî hene û got: "Ez jî di nav de, tu kes ji xeletiyan bêpar nîne." Netanyahû di derbarê şerê Xezzeyê û tekoşîna li dijî rejîma Îranê de tiştên gring got.

Benyamîn Netanyahû, li Tel Avîvê di daxuyaniya çapemeniyê de pirsên rojnamevanan bersivand. Netanyahu birsa rojnamevanekî ya "Gelo di derbarê êrîşên 7ê Cotmehê de ew hest dike ku kêmasiyên wî hene û ji bo van kêmasiyan lêborînê bixwaze?" bersivand, li xwe mikur hat û got: "Ez jî di nava de, tu kes ji xeletiyan bêpar nîne."

Li ser pirsa rojnamevanekî din a "Çima Îsraîl li şûna ku rasterast bi Îranê re şer bike, bi alîgirên Îranê re şer dike?" Netanyahu wiha bersiv da: “Kî dibêje em bi Îranê  re şer nakin? Em rasterast êrîşî Îranê dikin.”

Serokwezîrê Îsraîlê  Netanyahû di derbarê xebatên rejîma Îranê ên li ser çêkirina çekên nukleerî jî anî ziman ku ji bo vê mijarê hin qonaxên ku egera Îran derbaz bike hene û got: "Di vê mijarê de ez nikarim hûrguliyan bidim. Pêwîst e wek serokwezîrê Îsraîlê, ji bo Îran nebe xwedî çekên nukleerî ez hertiştî bikim."

Di dawiya daxuyaniyê de li ser pirsa rewşa şerê li Xezzeyê de jî Netanyahû van agahiyan da:

"Ji 24 tabûrê Hemasê 16 an jî 17 tabûr hatine rûxandin. Xebatên qonaxa yekem a paqijkirinê kurttir e lê ya duyemîn dirêjtir e. Piştî qonaxa paqijkirina ji çekdarên Hemasê ya herêmê, wê qonaxa duyemîn destpê bike."

Benyamîn Netanyahû diyar kir ku wan Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê agahdar kiriye ku piştî şerê Xezzeyê, ew bi her awayî li dijî avakirina dewleta Filistînê ne û got: “Heta serkeftineke teqez em ê êrîşên Xezzeyê yên li dijî Hemasê bidomînin."

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin