Teqandina bombeya 18 tonan li ber Kestiya USS Gerald erd hejand!

Teqandina bombeya 18 tonan li ber Kestiya USS Gerald erd hejand!

PeyamaKurd - Hêza Deryayî ya Amerîkayê wek ceribandinekê bombeyeke 18 tonan bi keştiyeke balafirên şer de teqandin û di encama wê teqînê de erdhejeke bi pileya 3,9 li nav okyanûsê çêbû.

Teqîn roja înê 18ê Hezîranê bi bombeyeke 18 tonan li derdora Keştiya USS Gerald R. Ford li Okyanûsa Atlantîkê hat hat kirin ku xweragiriya keştiyê hat ceribandin.

Hat diyarkirin ku di encama ceribandinê de ti zriarek negihîştiye keştiya mezin a balafirên şer û bi awayekî serkeftî li ser meşa xwe berdewam kiriye.

Ceribandina teqînê di çarçoveya plana Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê de pêk hatiye ku asta amadebûna leşkerî ya welatê xwe di şerekî rû bide de binirxîne.

Hêza Deryayî ya Amerîkayê ragihand, teqîn ji bo pîvandina hêza bergegirtina keştiyê û di çarçova tetbîqata "Ceribandinên Şoka Tam a Keştiyê" de hatiye pêkanîn.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Keştiya Firokehilgir a jorîn bi bikaranîna rêbazên pêşkeftî yên modelkirina kompyuterî, ceribandin û analîza jibo piştrastbûna ji qahîmbûna keştiyê di şert û mercên şer de, hatiye çêkirin û ew ceribandina şokê, daneyên derbarê qahîmbûna keştiyê de piştrast dikin.”

Ceribandina teqînê di demekê de pêk hat ku îdareya Biden ji pêşketina serbazî û aborî ya Çînê nîgeran e û Hevpeymaniya NATOyê jî hişyarî daye ku hêza serbazî ya Çînê nêzîkê asta hêza welatên NATOyê dibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin