Hemsîre ciyên 5 hezar bebekan bihev guhertiye

Hemsîre ciyên 5 hezar bebekan bihev guhertiye

PeyamaKurd – Li welatê Zambiyayê hemşîreyekî xaneşîn ya ku li ber mirinê ye got ku ew li nexweşxanê li dora ciyê 5 hezar bebekên ku nû hatine dinyayê guhertiye. Guhertina ciyan jî tenê bo kêfa xwe kiriye.

Hemşîra bi navê Elizabeth Bwalya Mwewa, bo rojnama cîh ya bi navê Zambian Observerê gotiye ku ew di 13 salan de ciyê bi hezaran bebekan guhertiye. Hemşîre li Zambiya li Zankoya Lusakayê li nexweşxana perwerdê (UTH) de di sala 1983-1995 an de xebitiye û weha dewam dike:

“Ez gunehên xwe di hûzûra Xwedê û kesên ji bûyerê bandorê dîtine û bo kesên di wexta ez di nexweşxana UTH de dixebitîm dixwazim îtîrafê dikim. Min Xwedê dît û ji nûh de hatim dinyayê. Tiştekî ez veşêrim nemaye. Di wexta ez li UTH ê de di serwîsa çêbûna zarokan de dixebitîm, min ciyê 5 hezar bebekan guhert.”

Hemşîrê xwest ku bi sedema kiryarên xwe here dojehê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin