PeyamaKurd – Encumena wezîran ya Tirkiyê bi serokatiya Recep Tayip Erdoğan hat kirin û bi dawî bû. Mijara ku herkes meraq dikir ya rojên tatîla cejna Qurbanê bû.
Erdoğan ragihand ku tatîla cejna Qurbanê 9 roje. Ji roja 16 ê temmûzê destpêdike û heya 26 ê temmûzê dewam dike. Erdoğan balê kişand ser tevgerên rojên cejnê û hişyariyê da hemwelatiyan da di mijara Kovid-19 ê de çawa tevbigerin û weha got:
“Em encamên baş distînin. Divê em di rojên cejnê de bi heman tedbîran bigerin da di pêşde pirsgirêkan nejîn. Ez hemwelatiyan dawet dikim da heya cejnê aşiyên xwe yên Kovid-19 ê bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin