AK Partî têkçûnê dinirxîne: Dibe ku kabîne biguhere

AK Partî têkçûnê dinirxîne: Dibe ku kabîne biguhere

PeyamaKurd – Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê piştî hilbijartinên herêmî encam dan û AK Partiya desthilatdar li gellek parêzgeh û bajaran têk çû, di nav AK Partiyê de pêvajoya lêpirsîna têkçûnê dest pê kir.

Di Civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (LRN) ya ku duh bi serokatiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan pêk hat de, hewl hate dayîn ku sedemên bingehîn ên têkçûnê bêne diyarkirin.

Jêderên navnedayî yên nav AK Partiyê sedemên ku di vê civînê de hatine destnîşankirin wekî “qeyrana aborî, destnîşankirina namzedên ne baş û tênegihîştina hêviyên malnişînên ku heta kêliya dawî li benda soza zêdekirina mûçeyên xwe bûn.” hatin binavkirin.

Tê gotin ku di nav AK Partiyê de hêviyek mezin heye ku Serokkomar Erdogan di rêveberiya partiyê û kabîneya xwe de guhertinan pêk bîne. Agahiyên ku Erdogan di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî de xwe rexne kiriye, di çapemeniyê de hatin belavkirin.

Li gorî çavkaniyên partiyê, di çarçoveya biryarên di civîna Lijneya Rêveber a Navendî de hatine standin, wê sedemên têkçûna hilbijartinê bi rêya komîsyonên ku wê bêne avakirin bi berfirehî werin analîzkirin, bi gotineke din wê “nirxandina ziyanê” bê kirin.

Jêder her wiha radigihînin ku wê demê, dibe ku Erdogan di rêveberiya partiyê û kabîneya xwe de guhertinên berfireh pêk bîne.

Beriya hilbijartinan, partiya desthilatdar pêşbîniyan dikir ku ji ber qeyrana aborî û nebersivandina hêviyên malnişînan, dibe ku hilbijêr di hilbijartinên herêmî de bertek nîşan bidin.

Encameke hilbijartinê ya ku CHP'ê derxîne rêza yekem,wek egereke piçûk jî nedihat dîtin. Ya rastî dihat plankirin ku bajarên wekî Stenbol û Antalyayê ji CHPê bêne standin.

Ji ber vê yekê lobiyên partiyan niha şîrove dikin ku encamên hilbijartinên 31ê Adarê "sûrprîzeke xirab" bû û Erdogan û rêveberiya partiyê matmayî hişt.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin