PeyamaKurd – Tê payîn ku îro li Agirî, Bedlîs, Îdir, Qers, Wan, Colemêrg, Şirnex û Sêrtê berfeke zêde bibare.
Li gor nirxandinên dawî yên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, tê payîn ku li gelek bajaran berf bibare.
Li gor nirxandinên dawî yên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê tê payîn ku li gelek bajaran berf bibare. Li derdora Elezîz, Diyarbekir, Mêrdîn û Batmanê baran, li hin cihan şilope û berfê li cihên din jî barîna berfê tê payîn. Li Sêrtê bi taybetî jî li Mûşê bi hêz(10-20 santîmêtre), li Agirî, Bedlîs, Îdir, başûrê Qers, Wan, Colemêrg, Şirnex û bilindahiyên wê berf zêde (ji 20 santîmetreyî) bibare.
Meteorolojiyê diyar kir, li hemberî neyînîyên wekî astengiyên di çûnûhatin, qeşa, qeşa, bager, talûkeya berfê de divê baldar û hişyar bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin