PeyamaKurd - Li Kerkûkê, di êrîşa DAIŞê de komek polîsên Iraqî hatin kuştin û birîndar bûn.
Li gor endamê komîsyona asayişê li encumena bajarokê Hewîce yê Kerkûkê, Ehmed Xurşîd ragihand, şeva borî terorîstên DAIŞê li gundê Til Qaîd yê nahiya Reşad ya Hewîce bi hawanan êrişî polîsên Iraqî kirin.
Ehmed Xurşîd da zanîn, di wê êrişê de 3 polîs hatin kuştin û polîsek jî birîndar bû.
Polîsên hatin kuştin girêdayî tabûra 5a ya polîsên Iraqê bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin