PeyamaKurd - Hat ragihandin ku piştî vekişîna Tevgera Sedir partiyeke din ya Iraqî ji hilbijartinên giştî yên Iraqê vekişiya.
Partiya Eniya Diyaloga Niştimanî ya Iraqê ya bi serokatiya Salih Mutleq ragihandiye, ew ji hilbijartinên giştî yên Iraqê vedikişin û boykot dikin.
Partiya Iraqî da xuyakirin, wan ji ber ku li Iraqê jîngeheke baş ji bo hilbijartinên pak nîne û herwiha ji bilî dewletê çek di destê gelek hêz û aliyên din de jî hene, ev biryar dane û beşdarî hilbijartinan nabin.
Beriya niha Tevgera Sedir ya bi serokatiya Muqteda Sedir û Partiya Şûî ya Iraqê jî ji hilbijartinan vekişiyabûn.
Hêjayî bibîrxistinê ye, biryar hatiye dayîn ku hilbijartinên giştî yên Iraqê roja 10 meha Cotmeha 2021ê bên kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin