Kurdistan | Li dibistanan 348 polên nû yên xwendinê têne çêkirin

Kurdistan | Li dibistanan 348 polên nû yên xwendinê têne çêkirin

PeyamaKurd - Wezareta Perwerdehiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, 348 polên xwendinê yên nû li hemû parêzgeh û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê têne çêkirin.

Di daxuyaniya Wezareta Perwerdehiyê de hatiye gotin: “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesrûr Barzanî biryar da bi terxankirin û xerckirina qasî şeş milyar dînar bi mebesta dirustkirina 348 polên nû yên xwendinê ji bo dibistanan li hemû parêzgeh û îdareyên serbixwe.”

Hate diyarkirin, di Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê 452 jûrên nû yên xwendinê hatine çêkirin, ev terxankirina nû ya ji bo 348 jûrên din ên xwendinê, di çarçoveya plana berfirehkirina jêrxana perwerdehiyê de ye.

Berî niha jî bi qasî 46 milyar û 600 milyon dînar hatibû terxankirin ji bo nûjenkirin û dirustkirina avahiyên nû yên dibistanan ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî jî 200 dibistan li seranserê Herêma Kurdistanê nûjen kirin û karên wan gihîştiye qonaxa dawî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin