PeyamaKurd- Serokê Partiya Likud, Binyamin Netanyahu yê ku piştî hilbijartinên 1ê Mijdarê yên li Îsraîlê ji bo avakirina hikûmetê hatibû erkdarkirin, ji bo serkirdeyê dewleta Îsraîlê ragihand ku wî kabîneya xwe ava kiriye.
Li gorî agahiyên ji qada siyasî ya Îsraîlê hatin ragihandin, Binyamin Netanyahu, di deqeyên dawî yên ku dema avakirina hikûmetê bi dawî bibe de bi rêya telefonê li Serokomarê Îsraîlê Ishaq Herzog geriyaye û avabûna kabîneya nû ya hikûmeta Îsrailê ragihandiye.
Hat diyarkirin ku Netanyahu di axaftina xwe ya bi Herzog re gotiye,
“Birêz Serokomar, ez dixwazim ji cenabê te re ragihînim ku bi saya piştgiriya mezin a gel a di hilbijartinên dawî de ez di avakirina hikûmeteke ku xizmetê ji hemû hemwelatiyên Îsraîlê re bike de bi ser ketim.”
Piştî van proseyên siyasî, tê payîn ku rûniştina dengdana pêbaweriyê di 2yê Çileyê de bê kirin.
Her wiha hat eşkerekirin ku ne hewce ye ku Binyamin Netanyahu tavilê lîsteya kabîneya xwe eşkere bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin