Artêsa Îsraîlê li ser qetilkirina Heniyye daxuyanî da

Artêsa Îsraîlê li ser qetilkirina Heniyye daxuyanî da

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê îdia kir ku şeva ku Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniyye hat kuştin, ji bilî êrîşa ku li Beyrûtê fermandarê payebilind ê Hizbullahê Fuad Şukur kir hedef, wan êrîşek li dijî tu herêmeke din li Rojhilata Navîn pêk neaniye.

Berdevkê Artêşê Hagarî got, "Şeva Sêşemê me li Lubnanê xist û Fuad Şukur di êrîşa hewayî de hat kuştin. Wê şevê li tevahiya Rojhilata Navîn ne êrîşeke din a hewayî, ne moşekek û ne jî balafireke bêmirov a Îsraîlê pêk hat."

Artêşa Îsraîlê îdia kir ku şeva ku Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniye hat kuştin, ji xeynî êrîşa ku li Beyrûtê fermandarê payebilind ê Hizbullahê Fuad Şukur kir hedef, wan êrîşek li dijî tu herêmeke din li Rojhilata Navîn pêk neaniye.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî di civîna çapemeniyê de derbarê rojevê de nirxandin kirin.

Hagarî bersiva pirsa kuştina Heniyye li Tehrana paytexta Îranê di 31ê Tîrmehê de da û diyar kir ku wan şev û sibeha 30ê Tîrmehê heta 31ê Tîrmehê tenê li Beyrûta paytexta Lubnanê êrîşek pêk anîn.

Hagarî îdiaya ku artêşa Îsraîlê li pişt kuştina Heniyye ye red kir û got: "Me şeva Sêşemê (30ê Tîrmehê) li Lubnanê xist û Fuad Şukur (fermandarê Hîzbullahê) bi êrîşeke hewayî ya rast hat kuştin. Wê şevê li Rojhilata Navîn ne êrîşeke din a hewayî, ne moşek û ne jî balafireke bêmirov a Îsraîlî (UAV) pêk hat."

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin