"Netanyahu rê li ber peymanê digre"

"Netanyahu rê li ber peymanê digre"

 

PeyamaKurd – Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Henîyye diyar kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li Xezzeyê li pêşiya agirbest û pevguhertina girtiyan astengiyê derdixe.

Di daxuyaniya nivîskî ya Hamasê de Haniye diyar kir ku piştî êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser herêma El-Mevasî ya bajarê Xan Yûnisê ku Filistîniyên ku li Şerîda Xezzeyê sitar bûn û wek herêma ewle hat îlankirin, hat diyarkirin ku bi navbeynkar û hin welatên herêmê re têkilî daniye.

Di êrîşa do ya artêşa Îsraîlê ya li ser herêma El-Mevasî hat kirin de herî kêm 90 kes mirin û 300 kes jî birîndar bûn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Hamasê bersiveke erênî û bi berpirsyarî daye pêşniyara dawî ya ku ji bo rawestandina êrîşên li ser Xezzeyê hatiye kirin, ev daxuyaniyên Haniye wiha ne:

“Lebelê, helwesta Îsraîlî ya ku ji aliyê Netanyahu ve hatiye girtin, gavên ku rê li ber gihiştina lihevkirinê digire, di nav de daxuyaniyên medyayê yên ku şert û mercên nû û xalên ku di belgeya muzakereyê de cih nagirin, vedihewîne. Ev jî bi qetlîamên nefret ên ku Îsraîl li deverên cuda yên Xezzeyê pêk tîne ve girêdayî ye. Netanyahu bi van gavan rê li ber agirbest û pevguhertina girtiyan digire...”

PeyamaKurd – "Netanyahu peymanê asteng dike"

Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Henîyye diyar kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li Xezzeyê li pêşiya agirbest û pevguhertina girtiyan astengiyê derdixe.

Di daxuyaniya nivîskî ya Hamasê de Haniye diyar kir ku piştî êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser herêma El-Mevasî ya bajarê Xan Yûnisê ku Filistîniyên ku li Şerîda Xezzeyê sitar bûn û wek herêma ewle hat îlankirin, hat diyarkirin ku bi navbeynkar û hin welatên herêmê re têkilî daniye.

Di êrîşa do ya artêşa Îsraîlê ya li ser herêma El-Mevasî hat kirin de herî kêm 90 kes mirin û 300 kes jî birîndar bûn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Hamasê bersiveke erênî û bi berpirsyarî daye pêşniyara dawî ya ku ji bo rawestandina êrîşên li ser Xezzeyê hatiye kirin, ev daxuyaniyên Haniye wiha ne:

“Lebelê, helwesta Îsraîlî ya ku ji aliyê Netanyahu ve hatiye girtin, gavên ku rê li ber gihiştina lihevkirinê digire, di nav de daxuyaniyên medyayê yên ku şert û mercên nû û xalên ku di belgeya muzakereyê de cih nagirin, vedihewîne. Ev jî bi qetlîamên nefret ên ku Îsraîl li deverên cuda yên Xezzeyê pêk tîne ve girêdayî ye. Netanyahu bi van gavan rê li ber agirbest û pevguhertina girtiyan digire...”

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin