Erebistana Siûdî: Hejmara miriyan gihîst 1301an!

Erebistana Siûdî: Hejmara miriyan gihîst 1301an!

PeyamaKurd – Hejmara kesên ku ji bo hecê çûne Wîladeta Pîroz, mirin derket 1301î. Wezîrê Tenduristiyê yê Erebistana Siûdî Fahd Abdurrahman el-Celacel diyar kir ku îsal li herêmê "hewayeke pir germ" hat dîtin û destnîşan kir ku ji sedî 83yê kesên mirine destûra kirina Hecê tuneye.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Erebistana Siûdî SPAyê Wezîrê Tenduristiyê Fahd Abdurrahman el-Celacel di daxuyaniya xwe ya ji bo kanala El-Ihbariyye de derbarê rewşa tenduristiyê ya kesên ku wê îsal li axên pîroz hecê bikin agahî da.

Celacel diyar kir ku îsal li herêmê "hewayeke pir germ" hat dîtin û diyar kir ku ji ber vê yekê gelek kesên ku ji bo hecê li axên pîroz bûne mexdûr bûne.

Wezîrê Erebistana Siûdî amaje bi wê yekê kir ku hejmara kesên ku mirine gihîştiye 1301 kesan û ji sedî 83ê wan destûra anîna hecê tuneye, Wezîrê Erebistana Siûdî diyar kir ku hinek ji wan kesên ku rewşa wan a tenduristiyê di dema hecê de bandoreke neyînî li wan kiriye hê jî dermankirina xwe didomînin.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin