PeyamaKurd – Serokerkanê Lubnanê Joseph Awn di seredana xwe ya bo yekîneyên leşkerî yên li Baka ya Lubnanê de, xîtabê leşkeran kir û balê kişand ser rewşa aborî û siyasiya Lubnanê û got dê rewş xerabtir bibe. Ragihandin bi nivîskî ji terefê artêşa Lubnanê de hat kirin. Awn mijarê weha ragihandiye:
“Xwuya dike dê rewş xerabtir bibe û her diçe alozî zêde dibe. Ji ber em bi qederekî siyasî û civakî re rû bir û ne. Di vê pêvajoyê de, berpirsiyariya me zêdeye. Tişta ji me tê xwestin, parastina ewlehî û îstîqrara welate. Bergiriya li ber tevliheviyê ye.
Divê civaka navdewletî baweriya xwe bi parastvanên îstîqrara Lubnanê bi artêşê bîne ji ber ew wezîfa me ye. Ewlehî xeta me ya sor e. Rewşa me ya aboriyê problemên temamê civaka Lubnanê çend car kiriye û leşker jî heman arîşeyan dijîn. Bi sedema kêmbûna mehaneyên leşkeran di pêvajoyeka zahmet de derbas dibin û me ji temamê welatên dost û bira alîkariyê xwestiye. Em hêvî dikin ku ev rewşa welatê me, rewşekî demkî be.”
Welatê Lubnanê ji netewe û olên cuda pêkhatiye û niha hukumeteka wan tineye. Li ser avakirina hukumeteka nûh lihev nakin. Aboriya Lubnanê zahf xerabe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin