PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rêveberê ofîsa rizgarkirina revandiyên êzidî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Husên Qaidî Êzdî xelata 17mîn a Sergio Vieira De Mello wergirt ku her sal li Polonyayê ji bo kesên di warê mafê mirovan û diyalogan de xwedî bandor in.
Husên Qaîdî li parêzgeha Duhokê ji dayik bûye û ji sala 2014an ve piştî rêxistina terorîst DAIŞê gelek navçeyên êzdiyan dagir kir, dest bi kampanyaya dîtina revandiyên êzidî û rizgarkirin û vegerandina wan bo jiyana asayî kir.
Hikûmeta herêma Kurdistanê jî piştevaniya hewldanên Qaîdî kir û meha Tebaxa 2014an ofîsa bi navê rizgarkirina revandiyên êzidî li Duhokê hate avakirin, ji wê demê ve Husên Qaîdî rêveberê ofîsê ye.
Ofîsa rizgarkirina revandiyên êzidiyan ser bi hikûmeta herêma Kurdistanê ye, li gor amarên fermî ji 6 hezar û 417 kesên hatine revandin ji aliyê DAIŞ ve, heta niha 3 hezar û 537 kes ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin ku hêj 2 hezar û 880 êzidî jî aqûbeta wan nediyar e.
Sergio Vieira De Mello nûnerê Netewên Yekbûyî yê cara yekem li Kosova erk vergirtî ye û li Kosovayê yek ji kesayetê sereke yê bingeha aştî û demokrasiyê avêtiye ye.
De Mello di dema erka xwe ya li Bexdayê de ku nûnerê Netewên Yekbûyî bû, di encama êrîşekê de hatiye kuştin û her sal bi navê wî xelat tê dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin