Kurdistan | Wezareta Çandiniyê ji bo hiskayîyê hisyarî da!

Kurdistan | Wezareta Çandiniyê ji bo hiskayîyê hisyarî da!

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îsal ji ber kêmbûna barîna baranê, li Herêma Kurdistanê îhtimala hişkayî bandorê li ser çandiniyê bike.

Berdevkê Wezareta Çandinî û Avê Husen Heme Kerîm bi daxuyaniyekê bal kişand ser kêmbûna baranê ku dibe sedema saleke hişyakiyê û got, wan hin biryar û tedbîrên bo ziyanên hişkayîyê kêm bikin pêşkeşî hikûmetê kiriye û destnîşan kir, ji ber li hin herêman nîşaneyên hişkbûnê derketine ew ji niha ve hewil didin tedbîran bistînin.

Heme Kerîm herwiha diyar kir ku niha zêde xeteriya hişkayîyê çênebûye, lê di nava salê de wê bandora wê xwe nîşan bide û got, heger ziyana cotkaran çêbibe wê Hikûmeta Kurdistanê û wezaret alîkariya darayî bide cotkaran.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin