PeyamaKurd – Serokê Tevgera Goran û temamê rêvebiriya tevgerê îstîfa kirin. Goranê ragihand ku bi sedema di hilbijartina Iraqê de biserneketine, serokê tevgerê Omer Seyîd Elî û rêvebiriya partiyê îstîfa kirine. Ragihandin ji aliyê Meclisa Netewî ya Goranê de hat kirin. Di daxwuyaniyê de weha hat gotin:
“Em weka rêvebiriya Goran berpirsiyariya pêvajoya hesas digrin ser xwe û me biryara devjêberdana rêvebiriyê da. Di wexteka kurt de wê rêvebiriyeka demkî bê avakirin û rêvebiriyê bigrin ser xwe.”
Rêvebiriya Goran vê biryarê li ser ku di 10 ê cotmehê de bi YNK ê re tev bi hevre tenha 15 parlementer qezenc kirine û temamê parlementeran bûne yên YNK ê sitendin.
Piştî hilbijartinê, rêvebiriya Goranê rexna xwe kir û ji hilbijêr û terefdarên xwe lêborîna xwe xwest. Rêvebiriya Goranê ji nav meclisa partiyê tê hilbijartin û serok jî ji nav wan tê bijartin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin