Sandeke Swedê, ji bo hevdîtinan diçe Tirkiyeyê

Sandeke Swedê, ji bo hevdîtinan diçe Tirkiyeyê

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Swedê ve hat ragihandin ku şandeke ji Wezareta Dadê ya Swêdê, ji bo hevdîtinên li ser endamtiya NATOyê, dê vê hefteyê biçe Tirkiyeyê.

Li gorî agahiyên li ser armancên şandê hatin ragihandin, dê biryarên ku di civîna 26ê Tebaxê li bajarê Vantaayê yê Finlandiyayê hatibûn dayîn, di ber çavan re bên derbaskirin û dê hewil bê dayîn ku pêkanînên kêm mane, werin tekûzkirin.

Piştî şerê Rusya û Ukraynayê serî lê dabûn

Rayedarên Swêdê, bi salan li ser xeta polîtîkaya bêalî kar dikir û ne alîgirê endamtiya NATOyê bû. Lê belê piştî şerê navbera Rusya û Ukraynayê dest pê kir, Swêdê biryara tevlîbûna NATOyê dabû.

Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson biryar ragihandibû û eşkere kiribû ku ev biryar ji bo berjewendiyên ewlehiya welatê wan hatiye dayîn.

Ji aliyê Tirkiyeyê ve jî li hember vê serlêdanê nerazîbûn hatibû nîşandan û ji bo endamtiya NATOyê, ji aliyê Tirkiyeyê ve li ber Swêd û Finlandiyayê şert hatibûn danîn ku heta ew piştgiriya terorê bikin, ew ê wekî Tirkiye vê endamtiyê qebûl nekin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin