Li Hewlêrê li ser kursiyên kota yên pêkhateyan gotûbêj tê kirin

Li Hewlêrê li ser kursiyên kota yên pêkhateyan gotûbêj tê kirin

PeyamaKurd – Îro li Hewlêrê li ser kursiyên kota yên pêkhateyan gotûbêj tê kirin û peywirdarî û pêşniyar wê ji parlamento û aliyên siyasî re bên dayîn.

Li gor Rêveberê Cihbicîhkar ê Tora Hevpeymaniya Kêmîneyên Iraqê Hêdî Serkar diyar kiriye, îro li bajarê Hewlêrê bi amadebûna nûnerên aliyên siyasî û cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî û Wezîrê Herêmê yê Karûbarê Pêkhateyan Aydin Meiruf û rêxistinên navnetewî ve gotûbêj wê derbarê kursiyên kota ya pêkhateyan de bê kirin.

Herwiha destnîşan kir: “Wê di vê konferansê de gotûbêj derbarê nûjenkirina yasaya hilbijartinan de bê kirin, bi taybet pirsa guhertina di kursiyên pêkhateyan de û vê derbarê de jî wê di konferansê de panelek birêve biçe û encamên wê konferansê wê wek peywirdarî û pêşniyar ji parlamento û aliyên siyasî re bê pêşkeşkirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin