PeyamaKurd - Îro 11.03.2020an e û 29 sal berî niha serhildan û raperîna hemwelatiyan û rizgarkirina paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê pêk hat.
11ê Adar a 1991ê xelkê Hewlêrê serî hilda û bi piştgiriya hêzên Pêşmerge ve saziyên ewlehiyê, artêş, binkeyên polis û hemû saziyên din ên fermî dest danîn ser û çekdarên rejîma Beis li daîreya ewlehiyê û menzûmeya şîmalî de hewldan berevaniyê bikin û hejmarek mezin ji wan hatin kuştin û piştre jî hemû hatin girtin û beşek ji wan her li wê derê ji aliyê hemwelatiyan ve hatin gulebaran kirin.
Rizgarkirina bajarê Hewlêrê û raperîn û serhildana gelê kurd a roja 5ê Adarê li Ranya ve dest pê kiribû û piştre beşek ji bajar û bajarokên Kurdistanê berdewam kir û bi rizgarkirina Hewlêrê ve serhildan ket qonaxeke nû û serkeftina gel û hêzên Pêşmerge misoger bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin