PeyamaKurd- Rayedarên hikûmeta Swîsreyê ragihand ku wan kampanyayek çêkiriye da ku bikaranîna enerjiyê ya demsala zivistanê, ji %15 bê kêmkirin.
Fikarên qeyrana enerjiyê ya ji ber dorpêçên li ser Rusyayê, di nav gelek welatan de bû sedem ku li rêyên çareseriyê bigerin.
Ji aliyê rayedarên hikûmeta Swîsreyê ve jî daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin ku wan, di navbera Cotmeha 2022yan û Adara 2023yan de li seranserê welêt kampanyayek daye destpêkirin da ku bi awayekî diladarî, enerjî kêmtir were bikaranîn û bi vî awayî jî sexbêriya enerjiyê bê kirin.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku armanca vê kampanyayê, ji %15 kêmkirina bikaranîna enerjiyê ye.
Bi berdewamî hat gotin ku heger eyarên amûrên germkirinê yên wekî kombî û kalorîferan hinek werin kêmkirin, dê ev yek di navbera ji % 5 an 6 bibe sexbêrî. Hat diyarkirin ku heger li ser daxwazê, li kargeh û avahiyan sotemenî ji gaza xwezayî li sotemeniya avî were veguherandin, dê ev rêje heta ji %20î jî zêde bibe.
Hat diyarkirin ku dê hûrgiliyên vê kampanyayê, di meha îlonê de werin parvekirin. Ji aliyê din ve jî ji ber ku tê payîn di demsala zivistanê de li Swîsreyê karaba zêde qut bibe, daxwaza li ser jeneratoran jî gelek zêde bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin