Wezîrê Tirk: Vîrûsa korona bi îhtilameke mezin li Tirkiyê heye

Wezîrê Tirk: Vîrûsa korona bi îhtilameke mezin li Tirkiyê heye

PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettîn Koca ku heta niha di daxuyaniyên xwe de, red kiribû ku li Tirkiyê vîrûsa koronaya nû hatiye tesbît kirin îro bi daxuyaniyeke din ragihand ku bi îhtimaleke mezin vîrûsa koronayê li Tirkiyê jî heye.

Koca bal kişand ser ku vîrûs li 114 welatan belav bûye û wan her çiqas bi Îranê re sînorên xwe heta radeyekê girtiye jî bi ewropayê re têkiliyên Tirkiyê yên xurt hene û wiha axivî:

“Ji bo Ewropayê ez ewqasî nerehet im. Çunkî têkiliyeke me ya zêde heye. Li seranser dinyayê welatekê lê peyde nebûye nema. Aniha îhtimaleke mezin e ku ev nexweşî li Tirkiyê jî heye, lê nehatiye tesbît kirin. Rastiya vê heye. Gelek însanên me diçin û tên derveyî welat. Ma kî dikare bêje enfeksiyon li wir nîne? Lewra jî bi israr dibêjim, pirgirêk gerdûnî ye, lê têkoşîna me netewî ye. Divê em rê li ber belavbûna wê bigirin û digel hemwelatiyên xwe tedbîran bistînin.”

Wezîrê Tirk herwiha ji welatiyên ji derveyî welat tên xwest ku heta bikarin ji malên xwe dernekevin û got, wan niha 25 nexweşxane ji bo qerentîneyê diyar kirine.

Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya niha li Tirkiyê qedexe li ser parvekirin û nûçeyên derbarê hebûna vîrûsa koronayê ango yên derveyî rastiya daxuyaniyên fermî de hatibû danîn ku li ser gelek kesên medya civakî jî lêpirsîn hatibûn destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin