Hevpeymaniya Navdewletî: Ti plan û bernameyeke vekisînê nîne

Hevpeymaniya Navdewletî: Ti plan û bernameyeke vekisînê nîne

PeyamaKurd – Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike Myles Caggins, li ser bûyerên dawî li Iraqê ragihand ku ti plan û bernameyeke wan a vekişîna ji Iraqê nîne.

Caggins, li ser nûçe û îdiayên ajansên cîhanî yên derbarê vekişîna hevpeymaniyê di nav çend rojên dahatî de got ku ti plan û bernameyeke vekişînê nîne.

Herwiha Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Mark Esper jî li ser wan nûçeyan ragihandibû ku Amerîka ji Iraqê venakişe û ew nûçe wekî îdiayên derveyî rastiyê nirxandibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin