PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Hewlêrê wezîrê Herêmê yê Herêma Kurdistanê Aydin Marûf qebûl kir. Aydin Marûf di hukumeta Herêma Kurdistanê de berpirsê pêkhateyên Kurdistanê ye.
Di hevdîtinê de behsa rewşa pêkhateyan û bi taybetî behsa rewşa Turkmenan hat kirin. Di hevdîtinê de di navbera pêkhateyên Kurdistanê de hevkarî, pêvajoya siyasî, rêvebirî û di sehayên din de wê çawa tevbigerin, rewş hat zelalkirin.
Neçîrvan Barzanî behsa parastina wekheviya navbera pêkhateyan, kûrkirina çanda pêkvejiyanê ya navbera pêkhateyan û siyaseta xweşbîniyê hatkirin. Barzanî behsa jiyana wekhevî ya di navbera Kurd, Turkmen, Xîrîstiyan, êzîdî, Kakeyî, Ermen, Şebek û Ereban kir û weha got:
“Weka pêkhateyekî esasî Turkmen di pêşdeçûna jiyanê ya Kurdistanê de rolekî wan ya girîng heye. Kurdistan bo herkesî, wê wek welatekî û dergûşa hûzûrê bimîne.”
Marûf di derbarê rewşa pêkhateyên etnîkî û olî yên Kurdistanê û divê çi bênkirin de agahî da Barzanî û balê kişand ser birêvebirina perwerde û kiryarên çandî yên Turkmen û Suryaniyan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin