PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, kêfxweşiya xwe ji bo pêşwazîkirina Serokê Fransayê Emmanuel Macron li Herêma Kurdistanê nîşan da û got; ev serdan tekezî li ser dostaniya bihêz a navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê dike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand: “Ez kêfxweş bûm ku min îro li Hewlêrê pêşwazî li Serok Emmanuel Macron kir.”
Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Ev serdan tekezî li ser dostaniya bihêz a navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê dike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin