PeyamaKurd –Berya serokê Amerîkayê Joe Biden dest bi geryana xwe ya Rojhilata Navîn bike û tevlî zîrwa welatên Kendavê li Erebistan a Si’ûdiyê bibe, wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Benny Gantz û serokê Fîlîstînê Mahmud Abbas li Şerîa Rojava li Ramallahê hatin cem hev.
Gantz hevdîtina li Ramallahê di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand û got ku hevdîtin bi erênî derbas bûye, li ser rewşa sîvîlan û mijara ewlehiyê rawestiyane. Gantz weha got:
“Ji bo koordînasyona ewlehiyê û berlêgirtina tevgerên ku rewşê xerab dikin, me biryarê da ku em di nav têkiliyan de bin.”
Mahmud Abbas jî daxwuyaniyekî da û got ku ji bo ber li xerabûna rewşê bigrin, divê li pey peymanên nivîskî herin.
Li gor çapemeniya Îsraîlê; dibe ku rayedarên Îsraîlê tevlî zîrwa Erebistanê ya ku mijara wê şerê Ûkraynaye û hevkariya enerjiyê ye, bibe.
Rêxistina Îslamî ya Cîhadê hevdîtina navbera Gantz û Abbas şermezar kir û got:
“Hevdîtinên ewlehiyê xizmetê ji bo berjewendiyên dijmina dike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin