Li Stenbolê mirî hatibû dîtin, dîplomatê Amerîka yê payebilind derket

Li Stenbolê mirî hatibû dîtin, dîplomatê Amerîka yê payebilind derket

PeyamaKurd – 28ê Gulana 2018an hemwelatiyekî Amerîkayê bi navê Stephen Michael King (49),  li oteleke Beyoglu ya Stenbolê mirî hatibû dîtin ku li ser termê wî jî nameyeke întiharê hatibû dîtin.

Li gorî medya tirk, derket holê ku ew kesê mirî hatiye dîtin, dîplomatekî Amerîkî yê payebilind di Wezareta Derve ya Amerîkayê de ye.

Hat zanîn ku termê King li bajarê Louisville yê eyelata Kantucky ya Amerîkayê hatiye veşartin.

Li gorî zanyariyên hatine belavkirin, King ji sala 1998an ve di karûbarên burokratîk ên Amerîkayê de kar kiriye û herî dawî jî di Wezareta Karên Derve de dixebitî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin