PeyamaKurd - Li Spanyayê, ji ber ku di hefteya çûyî de ji hezar û 500an bêtir koçberên deryasayî, kom bi kom penayê giravên welat bûn zengila hatina penaberan hate lêdan.
Rêveberiya Xweser a Giravên Kanaryayê yên Spanyayê û ekîbên Alîkariya Sivîl ragihandin ku tenê di 8ê Pêşperê de nêzîkî 600 koçberên deryasayî bi 12 botan hatine giravan.
Di daxuyanîyan de hate destnîşankirin ku koçberên deryasayî yên ku hatine tomarkirin, ji peravên Morîtanya an jî Senegalê yên rojavayê Afrîkaya Bakur bi rê ketine, hatine peravên Lanzarote, Fuerteventura, El Hierro û Grand Canary û bi alîkariya Tîmên Ewlehiya Peravê hatine rizgarkirin.
Tîmên Alîkariya Sivîl di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de tekez kirin ku hejmara koçberên deryasayî ku di hefteya borî de gihiştine herêmê zêdetirî 1500an e û ji ber kêmbûna personel, wan nekaribûne alîkariya têr pêşkêş bikin.
Tîmên Alîkariya Sivîl ragihand ku 2 koçberên ku rewşa wan nebaş e û jinek ducanî jî rakirine nexweşxaneyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin