PeyamaKurd – Di civîna giştî ya meclisa Tirkiyê (TBMM) de pêşniyara damezrandina ‘Weqfa Forma Dîplomasiyê’ ya li Antalya hat qebûlkirin. Di biryarnama hat qebûlkirin de navenda weqfê Antalyaye, xebat û ûsûlên xebatê hatin destnîşankirin. Wê weqf di dîplomaisyê de, di karên derve de bi her awayî Tirkiyê bide nasîn. Wê xebatên dostaniya Tirkiyê ya bi welatên din re, hevkariya bi wan re dê çawa be, di wê babetê de bixebite.
Di nav xebatên weqfê de dîplomasî, desteka qiymetên kureyî, di nav salê de civîn, konferans, semîner, sempozyûm, kur û hwd. dê hebin. Meşandina projeyan û weşana medyayê dê di nav xebatan de hebin.
Di rêvebiriya weqfê de wê heyeta biryarê û heyeta mutewelî hebe ku ji 11 kesan pêk were. Endamên daîmî 6 in û di nav wan de wê wezîrê karên derve an yên berê û di asta bilind de diplomat hebin. Kontenjanên ji aliyê serokkomar de bên tayînkirin wê hebin.
Ji bilî vana gelek şertên din hene ku li gor ‘qanûna damezrandina weqfê ya Tirkiyê’ hatine destnîşankirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin