Di 4 mehan de 1,7 mîlyon tûrîst seredana Herêma Kurdistanê kirin

Di 4 mehan de 1,7 mîlyon tûrîst seredana Herêma Kurdistanê kirin

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê çûnûhata tûrîstên ji derveyê welat û hundirê welat her diçe zêdetir dibe. Li gor ragihandina rêvebiriya tûrîzmê (geştûguzariyê) ya Hewlêrê ji bo Rûdawê hatiye kirin, di 4 mehên dawiyê yên sala 2022 an de, 671,146 kes seredana payîtext Hewlêrê kirine ku 100 hezar jê ji derveyê Iraqê çûne seredanê.

Jimara kesên ku seredana Duhok û Silêmaniyê kirine ji 500 hezarî derbas bûye û li gor van rêjeyan tenê li bajarên di bin rêvebiriya Herêma Kurdistanê de ne, li dora 1,7 mîlyon tûrîst seredana Herêma Kurdistanê kirine. Li ser mijarê berdevkê rêvebiriya tûrîzmê yê bajarê Duhokê Rewan Muhammed weha gotiye:

“Ji roja cejnê heya roja dehê cejnê, her roj dibe ku 4 hezar geştiyar werin Duhokê û ev jimar dike 40 hezar.”

Di sala 2021 ê de ji 4 mîlyonan zêdetir kes seredana bajarên Herêma Kurdistanê kiribûn. Berya ahengên Newrozê bi sed hezaran tûrîst seredana Kurdistanê kirin. Di mehên havînê yên germ de, bi taybetî ji deverên germ yên Iraqê bi sed hezaran tûrîst seredana Herêma Kurdistanê dikin.

Ji bo pîrozkirina sersala îsal, ji orta û başûrê Iraqê îsal ji 75 hezarî zêdetir kes seredana Hewlêrê kiribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin