PeyamaKurd – Li demeke ku karvendanên êrîşa asmanî û destpêkirina operasyoneke bejahî ji aliyê Tirkiyê ve li ser Rojavayê Kurdistanê, dewam dikin de, dîplomatekî Tirk ragihand ku Rûsya niha hewl dide ji bo operasyon neyê kirin, mercên Tirkiyê bi hêzên Kurd ên li herêmê bide qebûlkirin.
Dîpolomatekî Tirk ê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide, ji PeyamaKurd re derbarê geşedanên dawî de agahî dan û da xuyakirin, niha Rûsya ji bo pêşîgirtina operasyoneke bejahî ya li dijî hêzên Kurd were destpêkirin, hewl dide daxwaz û mercên Enqereyê yên ji bo Rojava bicih werîne.
Wî dîplomatî got; Tirkiyê vekişîna Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji Minbiç, Kobanî û Tel Rifatê wekî merc daniye.
“Merc bicih neyên wê operasyon pêk were”
Herwiha li gorî wê çavkaniyê, Tirkiyê, wekî merc xwestiye ku hêzên leşkerî û saziyên rejîma Sûriyê digel pasevanên sînor wekî hêzên alternatîfa HSDê vegerin herêmê.
Çavkaniyê îdia kir ku ji bo bicihanîna wan mercan Tirkiyeyê dem daye cihên pêwendîdar û got: “Berevajî vê, wê li herêmên cihê behsê operasyona bejahî bê kirin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, êrîşên asmanî yên Tirkiyeyê zêdetirî hefteyekê de, li ser deverên Rojavayê Kurdistanê û çeperên HSDê de berdewam dikin û vê rewşê jî hiştiye ku krîzek di navbera hêzên li herêmê de rû bide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin