PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî ragihand ku ji 21ê Cotmehê heya niha jimara TIRên alîkariyê yên ku gihane Xezzayê 54 in. Berdevkê NY Stephane Dujarric got ku heya niha ardûya petrolî negihaye Xezzayê.
Berdevkê Neteweyên Yekgirtî Stephane Dujarric ragihandina xwe di civîna çapemeniya rojane de kir. Dujarric got ku ji 7ê Cotmehê heya niha elektrîkê jî nedane Xezzayê. Berya krîzê rojane li dora 450 TIR alîkarî digiha Xezzayê û alîkariya niha têr nake.
Li Xezzayê dema elektrîk nebe, elektrîka nexweşxaneyan û ciyên din bi petrolê çêdibe lê tirsa Îsraîlê ew e ku petrol bikeve destê Hamasê û di alavên şer de bikarbîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin