PeyamaKurd – Lûtkeya Aştiyê ya Ûkraynayê ya ku duh li bajarê Burgenstocka Swîsreyê destpê kir bi dawî bû.
Seroka Konfederasyona Swîsreyê Viola Amherd diyar kir ku Swîsre di pêvajoya aştiya li Ûkraynayê de wê bi awayekî aktîf cih bigire û got: “Di vê mijarê de em bi biryar in.”
Viola Amherd di civîna çapemeniyê ya hevpar a ku di girtina Lûtkeya Aştiyê de hat lidarxistin de axivî.
Amherd da zanîn ku di lûtkeyê de nîqaşên berfireh hatine kirin û wê gelek hevdîtin pêk anîne û got: “Me di derbarê ewlehiya nukleerî û xurekê de li hev kirin. Em bawer dikin ev gavên di derbarê warê ewlehî û aramiya mirovahîyê de hatine avêtin wê pêk bên. Ev pêkan e.”
Amherd diyar kir ku di lûtkeyê de wan li ser Danezana Burgenstockê li hev kirine û anî ziman ku pêwîst e di çarçoveya vê danezanê de li ser sê mijaran çarçoveyeke zelal çêbikin û li ser wan zêdetir nîqaşan bikin.
Şertên Lûtkeya Aştiyê
Viola Amberd wiha dom kir:
“Divê bikaranîna enerjiya nukleerî û sazgehên nukleerî bi ewle, parastî û hawirdorparêz be. Her wiha divê xurek tu caran wek çek neyê bikaranîn. Hêrişên li dijî keştiyên bazirganî, benderên sivîl, binesaziya wan a li bender û li ser rêyan nayên qebûlkirin. Her wiha divê hemî dîlên şer bê şert û merc bêne serbestberdan.
Divê hemû zarokên Ûkraynî yên hatine dersînorkirin û bi awayekî neqanûnî ji cih û warên xwe bûne û hemû sivîlên din ên Ûkraynayî yên bi awayekî neqanûnî hatine girtin li Ûkraynayê bêne vegerandin.”
Ahmerd da zanîn ku li gorî helwestên cuda yên welatan, ev yek serkeftinek e ku konferans di asteke wiha bilind de, ji bo piştgirîyeke berfireh hatiye lidarxistin û wan hewl daye ku li ser xalên hevpar bigihîjin lihevkirinekê.
Ahmerd anî ziman ku aştiyeke dadwer û mayînde ya li Ûkraynayê, ji bo gelên li herêmên şer û her kesên ku rasterast ji encamên wê bandorê werdigirin grîng e û divê ev pêwîstî ji bo hemû cîhanê derbasdar be.
Viola Amberd di domîna axaftina xwe de got: “Ji bo li Ûkraynayê aştî pêk bê, wê Swîsre di vê pêvajoyê de rola xwe ya aktîf bidomîne û em di vê mijarê de bi biryar in.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin