Joe Biden bo biryara Erdogan: Hêvîsikestin û gaveke pasde ye

Joe Biden bo biryara Erdogan: Hêvîsikestin û gaveke pasde ye

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, li ser biryara Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a vekişîna ji Peymana Stenbolê ya li dijî tundiya keç û jin û malbatan daxuyanî da.

Biden bir biryarnamekeye serokomariya Tirkiyê vekişîna ji peymanê wekî hêvîşikestineke kûr û gaveke paşde hatiye avêtin nirxand.

Serokê Amerîkayê li ser vekişîna ji peymana navnetewî ya dijî tundiya li hember jinê herwiha got ku hewldaneke mebesta wê şikandina cesaretê ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Joe Biden ji dema hatiye ser kar ve ti pêwendiyek bi Erdogan re pêk neanîye û ev yekem daxuyaniya wî ya derbarê biryareke Erdogan de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin