Wezîfedarê Îngîlîz: Min ji bo Rûsyayê casûsî kir

Wezîfedarê Îngîlîz: Min ji bo Rûsyayê casûsî kir

PeyamaKurd – Wezîfedarê konsulxaneya Îngîlîz yê bi navê David Smith ragihand ku di wexta di konsolosxaneya Îngîltere ya Berlinê de dixebitî, ji bo Rûsyayê casûsî (sîxurî) kiriye. Smith ji bo agahiyên casûsiyê di derbarê wî de hebûn, di sala 2021an de li Almanya hat girtin û hat sûcdarkirin ku zerarê daye Îngîltere û 8 sale zerarê daye serkonsuliya Berlînê ya Îngîltere.

Di darizandina dadgehê de ya di 4 ê mijdarê de hat kirin, li gor qanûna sirrên fermî, Smith ji 9 sûcan hat darizandin û ji 9 sûcan 8 ê wan qebûl kir. Hûrahiya darizandinê îro bi raya giştî re hat parvekirin û wê Smith ê 58 salî di celsa bê de bê cezakirin. Lê wê cezayê wî li dora 14 salan be.

Li gor belgeyên dadgehê; Smith jimarên telefonan, nasnameyên wan, navnîşan û agahiyên di derbarê xebatkarên konsulxaneyê, daye generalê Rûsya yê li serkonsulxana Berlînê yê Rûsyayê general Sergey Chukhurov ku ataşeyê leşkerî bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin