PeyamaKurd – Hate ragihandin ku bi qasî 100 malbatên Kurdên Rojavayê Kurdistanê, ji ber nebûna îqameyên wan û nebûna nasnameyên Sûriyê, li kuçeyên Silêmaniyê ji derve mane û li kuçeyan dimînin.
Li gorî zanyariyan, hêzên ewlekariya Silêmaniyê rê nadin wan ku li bajêr xaniyan kirê bikin û ne jî bikarin vegerin Rojavayê Kurdistanê.
Ji ber ku ew kes bê nasname ne, niha li park û kolanên Silêmaniyê dimînin û hêzên ewlekariyê jî rê nadin wan ku ji bajêr jî derkevin.
Berpirsê Rêxistina Canî Roj Reşîd Elî li ser rewşa malbatên bênasname ji Rûdawê re gotiye, hejmara wan kesên ne xwediyên nasnameya Sûriyeyê ne derdora 100 malbatî ne û ew di rewşeke dijwar de dijîn.
Tê gotin ku ev pirsgirêk bi qasî 10 roj berê derketiye holê û ti rê li ber wan malbatan nemaye ji bilî vegera Rojavayê Kurdistanê lê ew rê jî girtî ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin