PeyamaKurd – Piştî Kemal Kılıçdaroğlu bû namzedê Îttîfaqa Milletê, cîgirê serokê grûba CHP ê Özgür Özel di weşana zindî ya televizyona Habertürkê de ragihand ku wê Kılıçdaroğlu seredana HDP ê bike. Özel got:
“Em ê ji temamê hilbijêran dengên wan bixwazin. Tişta ji AKP ê re helal be ji CHP ê re haram nabe. Wê Kemal Kılıçdaroğlu temamê partiyan ziyaret bike. HDP jî di nav wan de. Me rexne kir ku çima Selahattin Demirtaş di zîndanê de ye. Tevî wî, danûsitendineka baş dike. Eger Demirtaş û Akşener bê ku şêweya nezaketê terk bikin, munaqeşê bikin wê Tirkiye qezenc bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin