PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serokê Amerîkayê Joe Biden, peymana bazirganiyê ya bi Taywanê re destnîşan kir.
Li ser peymanê, ji aliyê Koşka Spî ve bi daxuyaniyekê hat ragihandin ku Biden di çarçoveya muzakereyên "Ji bo Bazirganiya Sedsala 21emîn Înîsiyatîfa Amerîka û Taywanê" yekem qanûna peymana tetbîqatê destnîşan kir.
Di daxuyaniya nivîskî de hat diyarkirin ku di qanûnê de ji bo muzakereya hin peymanên bazirganiyê yên din ên bi Taywanê re jî şert hene ku ev yek fikarên destûrî zêde dike.
Her wiha hat zanîn ku li ser mijarên wekî rêveberiya gumrikê û hêsankirina bazirganiyê, pêkanînên bi rêk û pêk ên baş, têkoşîna li dijî gendeliyê, kompaniyên biçûk û navîn hatiye lihevkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin