PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi Mîrê Êzîdiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg re civiya.
Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê do Sêşemê 24ê Çileya 2023an, bi daxuyaniyekê diyar kir: “Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî pêşwazî li Mîrê Êzidiyên li Iraq û cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg û şanda pê re kir ku ji nûnerên pêkhateya Êzîdî yên li parlamentoyê û hejmarek ji zanayên olî û şêx û navdarên Êzîdî pêk hatibû.”
Hat ragihandin, di hevdîtinê de Mihemed Şiya Sûdanî ragihandiye ku şanazî û rêza wî ya mezin ji bo vê pêkhateya qurbanîder heye û eşkere kiriye, avakirina Şingal û deşta Neynewa ji armancên hikûmeta Iraqê ye.
Di berdewamiyê de Sûdanî destnîşan kiriye, avakirin û pêşkêşkirina xizmetguzariyan, mercê seqamgîrbûna navçeyê ye.
Herwiha ji bo biryara tapokirina milkên li Şingalê, Mîr Hazim Tehsîn Beg spasî û pêzanînên peyrewên ola Êzîdî ji Serokwezîrê Iraqê re gihandiye.
Herî dawî hat diyarkirin, şanda Kurdên Êzîdî ji Sûdanî daxwaz kiriye ku serdana Şingalê û perestgeha Lalişê bike. Mihemed Şiya Sûdanî soz daye ku vê daxwaza wî di demeke nêz de cîbicî bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin