PeyamaKurd - Navenda Kurdistannasî ya Zanîngeha Sine çîrok û hikayetên folklorî yên Kurdî kom dike.
Navenda Kurdistannasî ya Zanîngeha Sine di çarçoveya çalakiyên xwe yên kultûrî û edebî de, çîrok û hikayetên folklorî yên Kurdî berhev dike.
Navenda Kurdistannasî ji bo vê mebestê bi beyannameyekê bang li hemû hezkiriyên edebiyat û kulturê dike ku di projeya komkirina çîrok û hikayetên folklorî û civakî de alîkariya wan bikin.
Cîbicîkarê projeyê Hêriş Şêrzad, da zanîn ku bi komkirina çîrokên folklorî dikarin di warên zimannasî, dîroka folklorê, edebiyata Kurdî û edebiyata çîroknivîsiyê de zanyariyên baş bidin hezkiriyên edebiyatê.
Hêriş Şêrzad got: "Proje bi sê qonaxan tê cîbicîh kirin. Qonaxa yekem parêzgeha Sine, qonaxa duyem parêzgehên Îlam, Kirmaşan û qonaxa sêyem jî navçeya Muqriyan li xwe digire."
Li gor Hêriş Şêrzad, proje çîrokên civakî yên hemû navçeyên Kurdnişîn ên Îranê wek Xorasan, Zahîdanim Şîraz û heta dawî li xwe digire. Di qonaxa yekem de heta niha çîrokên navçeyên Merîwan û Leylac di 6 berg û 2800 rûpel de hatine amadekirin.
Şêrzad herwiha ragihand ku di vê projeyê de Zanîngeha Göttingen a Almanyayê jî hevkariya Zanîngeha Sine dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin