PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Naser Kenanî ji çapemeniyê re axivî û diyar kir, ew êrîşa li dijî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya ya li Parîsê şermezar dikin.
Kenanî sersaxî ji malbatên kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane wiha got; wî bal kişande ser vê yekê ku Komara Îslamî ya Îranê ji metirsiya Mislimanan, kêmneteweyan û koçberan ku jiyana xelkê di metirsiyê de ye, nîgeran e û polîsên Fransayê jî divê li hember kombûnên aştiyane bitehemul be.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bal kişand ser dîroka dewleta Fransayê ya ji siyasetên cudaxwaziyê yên li hemberî kêmneteweyan û koçberan û bikaranîna tundûtûjiyê li dijî xwepêşanderan û got: "Lêkolînên bêalî li ser bûyera Parîsê wê alîkariya ronîkirina aliyên veşartî yên vê bûyerê bike."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin