PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî (KENY) yê Îsraîlê Gilad Erdan, nameyek ji Konseya Ewlekariyê ya NY re şandiye û daxwaza civîna lezgîn li ser êrîşên Îranê kiriye.
Gilad Erdan li ser hesabê X ê medya civakî ragihand ku wî nameyek ji KENY re şandiye daku li ser êrîşên Îranê yên ser Îsraîlê bi lezgînî bicive.
Hêjayî gotinê ye, Îranê êrîş bi hinceta madeya 51emîn a NYyê wek bersivdana êrîşa balyozxaneya Şamê nîşan daye.
Ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatiye ragihandin ku di êrîşa sedan moşekên seyrê û dronên kamîkaze ya Îranê de, ti ziyaneke mezin çênebûye û piraniya wan beriya bigihin Îsraîlê hatine pûçkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin