Fuzeya Sarmat dikare ji 11 hezar km yan heya 18 km yan li hedefê bixe

Fuzeya Sarmat dikare ji 11 hezar km yan heya 18 km yan li hedefê bixe

PeyamaKurd – Rûsya fuzeya bi navê ‘Sarmat’ê ceriband ku fuze dikare di  navbera 11 hezar km heya 18 hezar km yan li hedefê bixe. Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê ragihand ku fuzeya Sarmatê, fuzeyekî ji bo lêdana ji qitayekî bo qita dinê ye û ceribandina wê bi serkeftin encam daye. Wezaret ragihand ku fuzeyê ji devera Arhangelskê avêtine devera Kamçatkayê û li hedefê xistiye. Serokê Rûsyayê Putin, di mijara fuzeya Sarmatê de weha got:

“Wê ewlehiya me biparêze. Wê ev sîlih, car din bike ku ew kesên dixwazin me tehdîd bikin, ji nûh de bifikirin.”

Ji sala 1988 an heya niha di enwantera Rûsya de fuzeyên Voyevoda hene lê wê fuzeyên Sarmatê niha bipêş bixin û deynin şûna fuzeyên Voyevodayan. Rûsya ji sala 2010 an û heya niha li ser van fuzeyan dixebite. Pisporên leşkerî dibêjin ku menzîla Sarmatan di navbera 11 hezar heya 18 hezar km yan de ye. Dikare bilez here û giraniya wê 200 ton heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin