PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaleta Belûcistanê kesên nasnama wan nediyar ên çekdar rê girtin. Otomobîla ku xwest ji barîkatê derbas bibe, çekdaran li kesên navê xist, di encamê de 2 kes mirin û 6 kes birîndar bûn.
Çekdar paşî otobusekî ku diçû bajarê Taftanê yê ser sînorê Îranê da sekinandin û ji nav otobusê 8 kesan revandin. Hat gotin ku cenazên her 8 kesan ji ciyê bûyerê bi 5 km.yan dûr di bin pirekî de hatin dîtin.
Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf di radyo ya Pakistanê de ji bo malbatên ku kesên wan hatine kuştin sersaxiyê xwest.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin